• Sunday, 16 June 2024
logo

Erdogan: “Em êşa Apê Mûsa ji bîr nakin”

Gulan Media September 4, 2010 Nûçe
Erdogan: “Em êşa Apê Mûsa ji bîr nakin”
Serokwezîrê Tirkiyê RecepTayyip Erdogan, di mîtînga îro ya Diyarbekirê de a bo referanduma guherîna destûra bingehîn hatî lidarxistin, peyamên ku di mîtînga Enqereyê de dabû, dubare kir û soza giritna Girtîxaneya Diyarbekirê da û got “Em êşa Apê Mûsa ji bîr nakin.”
Erdgan di mîtînga xwe ya îro li Diyarbekirê de, ku li Meydan Istasyin a bajêr hat lidarxistin, têkestî li ser hêmayên biratiyê kir û biratiya Kurd û Tirkan di dîrokê de bibîr xist.
Serokwezîr Erdogan behsa Selahattin Eyubi û şerê Malazgirt’ê kir û got “Me bi hev re şerê Malazgirtê biser xist. Me bi hevre di bin fermandariya Selahattin Eyubi, Kudus vekir. Me bi hev re dad li her sê qareyan belav kir. me bi hev re Şerê Serxwebûnê qezenc kir.
Erdogan herwiha balkişand ser bûyerên darbeya 12 Îlonê a serbazî û got “Em êşa Apê Mûsa ji bîr nakin. Em birîna Orhan Miroglu ji bîr nakin. Em êş û azara wan kesên ku di Girtîxaneya Diyarbekirê de rastî îşkenceyê hatine ji bîr nakin. Em wefata Ahmet Kaya li xeribiyê tu carî ji bîr nakin. Em evîna Ehmedê Xanî jî ji bîr nakin.”
Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) bang li Devlet Bahçeli Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP)ê kir ku li Diyarbekirê mîtîng lidar bixe.
Referanduma guherîna destûra bingehîn a Tirkiyê roja 12 îlonê tê li darxistin.
Partiya Komarê a Gel (CHP) û Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) dengê “na” didin referanduma 12 îlonê û Partiya Aşitî û Demokrasiyê jî dê referandumê boykot bike. Jêder: Aknews
Top