• Sunday, 16 June 2024
logo

Bilêr: Tenê êrîşeke leşkerî dikare rewşa Îranê normal bike

Gulan Media September 4, 2010 Nûçe
Bilêr: Tenê êrîşeke leşkerî dikare rewşa Îranê normal bike
Tonî Bilêr Serokwezîrê Berê yê Birîtanyayê dîyar kir ku pêwîste civaka navdewletî xwe bo êrîşeke leşkerî bo ser Îranê amade bike.
Di hevdîtinekê de di gel Ajansa BBC ya nûçeyan Bilêr bas li pirtûka xwe ya nû kir ku vê dawîyê nivîsandîye û zêdebarê baskirin li pirsgirêkên Rojhilata Navîn wiha dibêje, “Bi tu awayekê nabe rê bi Îranê bê dan ku bibe xwediyê çekên otonomî, û heger rojekê ew welat çekên otonomî bi dest xwe bixe, çu rê namînin ji bilî êrîşa leşkerî bo ser vî welatî”.
Bilêr herweha daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kir ku axaftinên wî giring wergirin û hizra welat û hikûmet û deverê jî bikin.
Derbarê êrîşa ser Iraqê Bilêr wiha got, “Me û hevpeymanên xwe biryarek rast da ku êrîşî Iraqê bikin, ji ber ku hikûmeta vî welatî hem bo xelkê Iraqê û hem bo xelkê welatên deverê cihê pirsgirêkan bû”.
Top