• Sunday, 16 June 2024
logo

Hêzên Îranê 4 pêşmergeyên Komeleyê kuştin

Gulan Media September 5, 2010 Nûçe
Hêzên Îranê 4 pêşmergeyên Komeleyê kuştin
Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kuştina 4 pêşmertgeyên xwe bi destê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê piştrast kir.
Peyvdarê Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo “Renesansnewsê” kuştina 4 pêşmergên xwe bi destê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê piştrast kir û diyar kir ku ew 4 pêşmerge bê haydariya serkirdayetiya partiyê çûne hundirê welat.
Peyvdarê Komeleyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew 4 kes ji pêşmergeyên herî dilsoj yên partiyê bûne û ew wan bi şehîdên xwe dizanin.
Hêjayî gotinê ye ku malperên fermî yên Komara Îslamî ya Îranê duhî belav kirin ku li derdora avbenda Qişlax a Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 4 pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kuştine.
Top