• Sunday, 16 June 2024
logo

Çend pirojeyên mezin li Silêmaniyê hatin vekirin

Gulan Media September 5, 2010 Nûçe
Çend pirojeyên mezin li Silêmaniyê hatin vekirin
Duhî, li bajarê Silêmaiyê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûn wezîrê saxlemiyê, tîma avadankirinê ya herêmî ya arteşa Amerîkayê û waliyê Silêmaniyê, nexweşxaneya Hêmin ku, ji aliyê tîma mihendisên arteşa Amerîkayê ve hatiye avakirin, vekir.
Di peyvekê de serokê hikûmetê bi vê minasebtê got ku li bajarê Silêmaniyê gelek pirojeyên xizmetgozarê bi rêve mane û ji bo timamkirina wan pirojeyan li civata wezîran komîteyek hatiye pêkanîn û nuha ew komîteye kar li ser dest bi timamkirina wan pirojeyanm dike.
Li dor vekirina nexweşxaneya Hêmin jî serokê hikûmetê got: ”Îro ji bo bajarê Silêmaniyê rojeke nû ye. Ev nexweşxane mînakek pêşkeftî ya pirojeyên xizmetgozarî yên bajarê Silêmaniyê ye. Xelkê bajêr yên bi wijdan idzanin ku sektora saxlemiyê li wîlayeta Silêmaniyê pêngavên baş ber bi pêşve avêtine.
Serokê hikûmetê di peyva xwe de behsa kontrola kalîteyê (Quality control) kir û got ku piştî komîteyên kontrola kalîteyê dest bi karên xwe kirîn bi awayekî ber bi çav rê li pêşiya hatina dermanên xerab bo nav Kurdistanê girtiye.
Top