• Sunday, 16 June 2024
logo

Festîvala roja aştîyê ya cîhanî li Hewlêrê ye

Gulan Media September 5, 2010 Nûçe
Festîvala roja aştîyê ya cîhanî li Hewlêrê ye
Ji bo amadekariyên sazkirin festîvala roja aştiya cîhanî, şanda rêxistina UNAMI ya ser bi Neteweyên Yekgitî (NY) ve bi serokatiya Morîk Hinderson berpirsa ofîsa UNAMI li herêma Kurdistanê, serdana parêzgarê Hewlêrê kir û ji aliyê Newzad Hadî waliyê Hewlêrê ve hat pêşwazî kiri.

Di hevdîtinekê de her du aliyan behsa amadekariyên sazkirina merasîmên festîvla roja aştîya cîhanî li Hewlêrê kir.
Festîvala navborî di van rojên nêzî de tê kirin û ev bûyer dê bibe yekemîn car di dîroka Hewlêrê de ku ji aliyê NY vê festîvala roja aştiya cîhanî li Hewlêra paytexta herêma Kuridtanê bê saz kirin.

berpirsa ofîsa UNAMI li herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku ji aliyê tenahî û aramîyê ve rewşa herêma Kurdistanê ji bo festîvala roja aştiya cîhanî ya başe û got: Herêma Kurdistanê di qonaxa piştî azadiyê û nemana diktatoriyê û hatina aşitîyê, biratiyê û demokrasiyê di Îraqa nû de mînakeke geşe.”
Top