• Sunday, 16 June 2024
logo

HAK-PARê li Amedê belavokên ‘ERÊ’ belav kirin

Gulan Media September 5, 2010 Nûçe
HAK-PARê li Amedê belavokên ‘ERÊ’ belav kirin
Bi mebesta belavkirina belavoka ku bi kurdî û tirkî hatibû amadekirin, li ber AZC Plazayê ya li taxa Ofîsê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Piştî ku ji aliyê Serokê Şaxê Amedê yê HAK-PARê Arif Sevinç ve belavok ji çapemeniyê re hat xwendin, heman belavok ji aliyê endam û birêvebirên partiyê ve bi girseyî hat belavkirin.

Eva jêrî belavoka HAK-PARê ye:

“Ji bo pirtirîn demokrasî û azadî ji pakêta guhartinê re ‘erê’”

Partiya Maf û Azadiyan, alîgirê sazûmaneke demokratîk û federal ya ku ji wekheviya gelên Kurd û Tirk pêk bê, ye. Em Destûreke Bingehîn ya nû û demokratîk ku vê wekheviyê mîsoger bike, dixwazin. Ligel hemû kêmasiyên wê, ji bo xilasbûna ji Destûra Bingehîn ya 12 Îlonê û çêkirina Destûreke Bingehîn ya nû derfetan dide, em ji pakêta guhartina Destûra Bingehîn ku ji referandûmê re hatiye pêşkêşkirin re dibêjin ‘Erê’.

Yên ku ji guhartina Destûra Bingehîn ya heyî re dibin asteng; statûkoya ku ji bilî êşan, xwînê û hêstirên çavan tiştek nedaye gelê me, diparêzin.
Ew kes dixwazin wesayeta leşkeran bidome û pirsgirêk di gerineka tundî û neçareseriyê de kangren bibin.
Ji ber ku ew ji mîlîtarîzmê, tundî û neçareseriyê xwedî dibin.
HAKPAR, ji Destûra Bingehîn ya berhema cûntaya leşkerî ya faşist re dibêje na û dixwaze bi tevahî bê guhartin.
Lewra,
Destûra Bingehîn ya 1982an stuna sereke ya derdorên statûkoparêz yên mîlîtarîst e.
Destûra Bingehîn ya 1982an astenga herî mezin ya li pêşiya demokratîkbûyînê ye.
Bi karektera xwe ya nijadperestî û şoven, antî demokratîk û derêdemî ye.
Ew, sedema herî mezin ya xitimandina pirsgirêka kurd, şerê heyî û xwîna ku tê rijandinê ye.
Divê Tirkiye di demeke kurt de ji vê pergala darbeyî xilas bibe û Qanûna Bingehîn ya 1982an bavêje sergoya dîrokê.
Heta ku Destûreke Bingehîn ya nû û sivîl bê çêkirin; çi guhartina erênî ya di vê Qanûna Bingehîn de bê çêkirin, di serî de kurd bi kêrî hemû mexdurên pergala faşîst ya 12 Îlonê, tê.
Niha li pêşiya me referandûmek heye.
Em vê firsendê baş bi kar bînin.
- Ji bo ku xala 15an ya muweqet radike û rê li ber hesabdîtina bi kesên darbe kirine re vedike,
- Ji bo firsenda hesabpirsînê di serî de ji berpirsên kiryarên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Amedê û hemû îşkencekeran dide,
- Ji bo nişterê diavêje Dadgeha Destûra Bingehîn û Lijna Bilind ya Dadgêr û Dozgêran ku bune kelehên stayukoyê,
- Ji bo dawî li gefên darezandinê yên dadgehên leşkerî yên li ser sivîlan tîne,
- Ji bo wê alîkariya şikandina berxwedana hêzên statûkoparêz ên li dijî guherînan bike,
- Ji bo di nav xwe de guhartinên erênî yên di warê maf û azadiyên sereke de dihewîne,
- Ji bo wê alîkariya demokratîkbûn û asayîbûna Tirkiyeyê bike,
- Ji bo wê demokratîkbûna Tirkiyeyê; çareseriya pirsgirêka Kurd ya siyasî, hêsantir bike,
Em bejin ‘ERÊ’.
Werin em hemû bi hev re dest bidin hev ,
Vê pêvajoya referandûmê vegerînin platformek;
Da ku bikaribin,
Pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê bînin ziman,
Zîhniyeta komarê ya otorîter, yekparêz û mîlîtarîst raxin ber çavan,
Maf û azadiyên sereke yên gelê Kurd bikin rojevê.

Dema Nû/Amed
Top