• Sunday, 16 June 2024
logo

Mam Celal di gel şanda KCD û BDP’ê civîya

Gulan Media September 5, 2010 Nûçe
Mam Celal di gel şanda KCD û BDP’ê civîya
Îro serok komarê Iraqê Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeya KCD û BDP’ê a bi serokatiya Ahmed Turk kir.

Di hevdîtinekê de ku her yek ji Omer Fetah, Îmad Ehmed, Necmedîn Kerîm, Qadir Hemecan, Behroz Gelalî û Mehmûd Hacî Salih amade bûn, rewşa siyasî a navçeyê, xurtkirina têkiliyên navbera her du aliyan, peywendiya hêzên siyasî yên Kurdistanê digel hevdu û dîtina rêçareyekê ji bo pirsa kurd bi awayekî aştiyane, hate gotûbêjkirin.

Şanda ku Ahmed Turk serokatiya wê dike, pêk tê ji hevseroka KCD Aysel Tugluk, serokê koma BDP’ê Bengî Yildiz, parlementerê Mûşê Sirri Sakik, nûnerê Hewlêrê Rûşen Mahmutoglu û nivîskar Altan Tan.
Top