• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îranê kir

Gulan Media September 6, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îranê kir
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Hesen Danayî Fer Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îran li Bexda kir.
Di hevdîtinê de, li gel ji bo destbikarbûnê pîrozbahî kirina Balyozê nû yê Komara Îslamiya Îran, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û amadehiya tevahî jî ji bo piştevanîkirinê û hewldanên bi navê pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan nîşan da ku bi awayekî xizmeta berjewendiya bilinda her du gelê dost û hevsû bike.
Ji aliyê xwe ve Balyoz Danayî silavên berpirsên mezinên Îranê gihand û pêwîstiya berfirehkirina alîkarî û hemahengiya di navbera her du aliyan li hemû waran da nîşandan û ji bo hengav avêtina qonaxekî nû ya pêwendiyan dûpat kir û piştevaniya berdewamiya Komara Îslamiya Îran ji bo Iraqa nû Herêma Kurdistanê diyar kir.
Her wiha gengeşe kirina rewşa siyasiya Iraq û sedemên pêkanîna Hikûmeta nû û çawayiya zalbûna li ser sercem berbestên li ber pêvajoya siyasî li Iraq û yekxistina nêrînên sercem aliyên siyasiyan bi mebesta pêkanîna Hikûmetekî hevkariya nîştimanî mijareke dinê hevdîtinê bûn.
Top