• Sunday, 16 June 2024
logo

Ehmed Turk Bo cêbecêkirina aştîyê daxwaza alîkarîyê ji serokê Îraqê û serokê herêma Kurdistanê kir

Gulan Media September 6, 2010 Nûçe
Ehmed Turk Bo cêbecêkirina aştîyê daxwaza alîkarîyê ji serokê Îraqê û serokê herêma Kurdistanê kir
Ehmed Turk serokê partîya Kongira Civaka Demokratîk,li Silêmanîyê di kongireka rojnamevanî de ji bo cêbecêkirina aştîyê li Turkiyê, daxwaza alîkarîyê ji serokê Iraqê û serokê herêma kurdistanê kir.
Ehmed Turk li bajarê Silêmanîyê û li hotela Palas got, ku armanca serekîya serdana wan bo Iraqê û herêma kurdistanê baskirin li sazkirina kongira netewî ya kurd e.
Ehmed Turk herweha got: "me daxwaz ji Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê û Celal Talebanî serokê Iraqê kir, ku ji bo li Turkiye aştî çê bibe ew alîkarîya me bikin".
Li gor pêzanînan jî, gereke suba Ehmed Turk û şanda pê re serdana bajarê Hewlêrê bikin û hevdîtinekê sebaret kongira netewî ya kurdistanê, bi Nêçîrvan Barzanî re saz bikin.
Top