• Sunday, 16 June 2024
logo

Tê pêşbînî kirin di sê rojên cejna remezanê de 15 hezar geştyar seredan parêzgeha Hewlêrê bikin

Gulan Media September 6, 2010 Nûçe
Tê pêşbînî kirin di sê rojên cejna remezanê de 15 hezar geştyar seredan parêzgeha Hewlêrê bikin
Mewlewî Ebidulcebar bo malpera (Gulan media) got: "bo rojên cejna remezanê, û da ku bi rengekê ciwan pêşwazîyê li geştyaran bikin, me hemo amadekarî kirine ".
Ebidulcebar herweha got ku ew pêşbînî dikin bo derbazkirina demeke xweş, nêzîkî 15 hezar geştyar ji parêzgehên din yên Îraqê û welatê cîran, bi taybet komara Îslamî ya Îranê serdana parêzgeha hewlêrê bikin.
Amaje bi vê çendê jî kir ku yekem care bo peydakirina cihên hewandinê, dê li qeza Soran û Şeqlawe çadirên geştyarî li nav bajêr bên amade kirin, ev jî daku geştyar toşî kêşa nêştecbûnê nebin û bi rengekê demkî tê de bimînin da ku buhayê hotêlan neyê bilindkirin .
Top