• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandeyê nû yê hêzên Emerîka kir

Gulan Media September 7, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandeyê nû yê hêzên Emerîka kir
Roja dûşemê 06/09/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Selahedîn pêşwazî li General Luîd Ostin Fermandê nû yê hêzên Emerîka li Iraqê li gel hevrê James Jeffry Balyozê Emerîka li Iraqê û şanda pêre kir.

Di hevdîtinê de ku birêz Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Ferîqê Yekem Emer Osman û hejmarek ji berpirsên leşkerî amade bûn, li gel bi xêrhatina wan Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi wê yekê derbirî ku dostekî wekî General Ostin cihê dostekî wekî General Oderno û dostekî wekî James Jeffry jî cihê dostekî wekî Crîstopher Hell girtiye û hêvî xwest ku Fermandeyê nû yê hêzên Emerîka li Iraq di erkên xwe de serkeftî be û rola xwe li bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Wîlayetên Yekgirtiyên Emrîka de hebe û amadehiya xwe jî ji bo piştevanî kirinê derbirî û ragihand ku her du alî xebatekê hevbeş li dijî dîktatoriyet û terorîstê heye û bi navê wê jî qurbaniyên Emerîka cihê rêz û pêzanînê gelê Kurdistane, ji ber ku bi bêyî wan qurbaniyan ev rewşa niha nedihate holê.

Ji aliyê xwe ve, Fermandeyê nû yê hêzên Emerîka supasîya ew pêşwaziya germ a Serokê Herêma Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe jî derbirî ku carekî din vedigere Iraq û tekez jî kir ku ew dê hemû şiyanên xwe bo pêşxistina peywendiyên dostane yên demdirêja di navbera Herêma Kurdistanê û Emerîka de bikarbîne.

Her wiha General Ostin behsa wê pêşketinê kir ku li hemû waran de li Herêma Kurdistanê da hatine holê û ragihand ku her cara serdana Kurdistanê kiribe destkeftekî nû hatîye holê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê wekî mînak nîşan da û bi şanaziyekî dinê serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî wesif kir.

Paşê her du alî sebaret bi pirsa pêkanîna Hikûmeta Iraq û pêvajoya Iraqê bi giştî li niha û piştî vekêşana hêzên Emerîka ji Iraq guftûgo kirin û her wiha rewşa ewlehiyê jî nirxandin û tekez li ser beşdariya hemû aliyên serkeftî di Hikûmeta nû da kir û li ruyê başkirina rewşa ewlehiya Iraqê jî Serok Barzanî li ser daxwaza General Ostin rewşa ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê nirxand û tekez li ser rola gel û başkirina rewşa guzeranî û xizmetguzariyê wekî destpêkek ji bo başkirina rewşa ewlehiya Iraqê kir.
Her wiha di vî warî de her yek li Fermandeyê nû yê Hêzên Emerîka û Balyozê Emerîka li Iraq ê nêrîna welatê xwe sebaret bi Iraq û paşeroja wê xiste rû û tekez jî li piştevanî kirina Emerîka li pêvajoya siyasî û demokratî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Top