• Sunday, 16 June 2024
logo

NY: Kurdên Sûriyê ji mafê hevwelatîbûnê bêpar in û ev tişt nayê pejirandin

Gulan Media September 8, 2010 Nûçe
NY: Kurdên Sûriyê ji mafê hevwelatîbûnê bêpar in û ev tişt nayê pejirandin
Berpirsiyarekî bilind yê NY roja sêşemê li Şamê di konferanseke rojnamevanî de got: Bêparkirina Kurdan li Sûriyê ji mafê hemwelatiyê nayê pejirandin, divê desthilata Sûriye vê pirsgirêkê çareser bike.

Di seredana Olivier de Schutter(NY) ya Sûriye wî raportek derbarê rewşa mafên mirov li welatekî ko zagona rewşa awarte ji 1963an ve tê bikaranîn, amade kir.

Di raportê de dibêje; divê desthilata Sûriye bihtir alîkariye bide wan kesan, yên li rojhilatê Sûriye ji ber hişkesaliyê xizan bûne. Di vê herêmê de bihtirî 300 hezar Kurdên bê nasname dijîn. Ev Kurd di encama serjimareke kevin de ji mafê hemwelatiyê hatin bêparkirin û nikarin ji dervî Sûriye derkevin, ne jî karê dezgehên dewletê bikin û herweha ew ji mafê guhdana tendurustî, perwerdeyî û derfetên din bê par in û ev tişt nayê pejirandin.
Top