• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê cejna Remezanê li misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz kir

Gulan Media September 9, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê cejna Remezanê li misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyan li sercem misilmanên Herêma Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim roja ta'et û 'îbadeta meha Remezanê meha xêr û bereketê li hemû misilmanan wergirtibe û ev cejin bibe dema xêr û xweşî û pêkanîna zêdetir hêvî û armancên gelê me û Kurdistan jî bikeve qonaxeke din yê avedankirin û binyadnan û pêşxistina giyanê birayetî û tebayî û pêkve jiyanê û pêkanîna mafên destûrî û derbazbûna hemû kêşe û pirsgirêkan li rûyê çespandina Iraqeke Federal û demokrat.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

30 Remezan 1431 Koçî
9 Eylûla 2010 Zayînî
Top