• Friday, 26 April 2024
logo

Li Sine zilamekî benzîn bi ser keça xwe da kir û şewitand!

Gulan Media October 4, 2021 Civakî
Li Sine zilamekî benzîn bi ser keça xwe da kir û şewitand!

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê zilamekî keça xwe şewitand tenê ji ber ku pêwendiya wê ya evîndariyê bi xortekî re hebûye.

Çavkaniyên mafên mirov dane zanîn, pêr li gundê Korkore yê bajarê Sine, zilamekî benzîn bi ser keça xwe ya bi navê Fayîze Melekî (22 salî) de kir û şewitand.

Li gorî agahiyan, keça wî li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Li ser sebebên wê yekê jî, tê gotin ku keça wî bi xoretekî re pêwendiya evîndariyê hebûye ji ber wê jî bi rengekî hovane keça xwe kuştiye.

Hinek çavkanî dibêjin, wê keçkê şû kiribû lê ji hevjînê xwe cuda bibû paşê bi xortekî din re pêwendî danîbû, dema bavê wê pê dizane hêrs dibe û wisa tîne serê wê.

Li gorî agahiyan, çend kesan wek nerazîbûn li hember wê kiryarê li bavê wê keçkê dabûn.

Niha bavê keçkê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

 

Basnews

Top