• Monday, 06 May 2024
logo

Dadgehê biryar da: Pirtûka Gultan Kişanakê dê were komkirin

Gulan Media April 26, 2024 Nûçe
Dadgehê biryar da: Pirtûka Gultan Kişanakê dê were komkirin

Dadgehê biryar da ku pirtûka siyasetmedara Kurd Gultan Kişanakê ya bi navê ‘Kürt Siyasetinin Mor Rengi (Rengê Binevşî yê Siyaseta Kurd)’ bê qedexekirin û ji bazarê bê komkirin.

Li gorî zanyariyan dadgeheke bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê biryar daye ku pirtûka bi navê ‘Kürt Siyasetinin Mor Rengi (Rengê Binevşî yê Siyaseta Kurd)’ a Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanakê bê qedexekirin û ji bazarê were komkirin.

Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ji 2016an ve girtî ye.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ew biryar di çarçoveya biryara bi hejmar 2022/9865 a 2yemîn Dadweriya Cezayan a Îzmîrê de hatiye dayîn.

Di çarçoveya biryarê de pirtûka Kişanakê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye qedexekirin û hemû çapên wê yên hatine belavkirin dê werin komkirin.

Gultan Kişanak kî ye?

Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak 15 Hezîrana 1961ê li Xarpêtê ji dayik bûye.

Wê sala 1978an Fakulteya Perwerdê Beşa Tirkî li Zanîngeha Dîcleyê xwendiye.

Di darbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980ê de hat girtin.

Di salên 1980-1982 li Girtîgerha Amedê girtî bû.

Piştî girtîgehê Beşa Rojnamegerî û Pêwendiyên Giştî li Zanîngeha Egeyê xwend.

2007an li ser lîsteya Amedê bû parlamanter.

2009an ligel Selahattîn Demîrtaş bû Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê.

2011ê bû Parlemantera serbixwe ji bazineya Sêrtê.

31ê Adara 2014an bû Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ji 30ê Çiriya Pêşîna 2016an ve bi hinceta endamtiya PKKyê hatiye girtin.

 

Rudaw

Top