Grûpeke ji gencan êrişî pêşangeha Ahmet Guneştekîn kirin
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, grûpeke ji gencan êrişa Pêşangeha "Jûra Bîrê" ya hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Guneştekin kirin û hin darbestên pêşangehê ji Sûrên Amedê avêtin xwarê.
Pêşangeha bi navê “Jûra Bîrê” ya şêwekarê navdar ê kurd Ahmed Guneştekîn bi mazûvaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke qelebalix li navçeya Sûrê vebû. Encumena Meclîsa Gel a Qazaxistanê Narîn Nadîrova, Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekram Îmamoglu, Konsulê Swêdê ya li Stenbolê Peter Ericson û hemareke din ji kesayetên di warê siyaset, karsaz, rewşenbîr û hunermendan de beşdar bûn.
Rudaw