Berpireskî ENKSê ji zinda Rêveberiya Xweser hat berdan
Endamê Xwecehiya Şehîd Nesredîn Birhik a Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdulxefar Mihemed hat azadkirin.
Berpirsê ENKS li Çilaxa Ebdulxefar Mihemed îro Şemiyê 21ê Gulana 2022yan ji zinda Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê serbest hat berdan.
Ebdulxefar Mihemed ji Rûdawê re got ku rewşa wî ya tendirustî ya berî ku wergirtin û ya niha newek hev e û rewşa wî ya tendirustî niha xirab bûye.
Bi gotina Ebdulxefar Mihemed gelek gef li wî hatine xwarin.
Ebdulxefar Mihemed endamê xwecihiya Şehîd Nesredîn Birhik bû, xelkê gundê Eleqosê ye li devera Aliyan.
Ebdulxefar Mihemed roja 21 gulana sala 2021 berî salekê bi ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin û îro hat azadkirin.
K24