Serokê herêma Kurdistanê diçe Bexdayê
Di demeke nêz de vê biçe Bexdayê.
Peyvdarê Serokatiya herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di konferanseke çepemeniyê de ragihand ku, serdana Serokkomarê Tirkiyeyê bo Kurdistanê girîng û erênî bûye û girîngî dan û pêşde birina têkiliyan di berejwendiya her du aliyan deye.
Şehab eşkere kir ku, di wan rojên pêşiya me de civîna hevpeymaniya îdareya dewletê li Bexdayê tê lidarxistin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku, di civîna berê de jî beşdar bûye, vê carê jî beşdar dibe û ev serdana han jî gelek girîng dibe.
Derbarê vegerandina korsiyên kotaya pêkhateyan di hilbijartinê de jî Şehab tekez li ser berdewamiya hewldanên heyî yên bo vê mebestê kir.