• Wednesday, 08 May 2024
logo

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan klîpa nû ya Komsay qedexe kir

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan klîpa nû ya Komsay qedexe kir

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê bi sedema ku “karekî gelek neguncaw û dûrî kevneşopiya giştî ye” klîpa dawî ya stranbêj Komsay qedexe kir.

Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Çap û Belavkirinê ya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsek ji tevaya medyayên dîtbarî û bihîserî re şandiye û têde ragihandiye ku klîba stranbêj Komsay a bi navê “Slaw Bi*ch” bi biryara wezaretê hatiye qedexekirin.

Di nivîsê de hatiye gotin, “Li gor birgeya 3an ji benda 3an a rênimayiya hejmar 1 a sala 2014an a taybet bi frekansan li Herêma Kurdistanê û li gor giliyên hemwelatiyan, klîpa Slaw Bitch a stranbêj Komsay wek karekî pir neguncaw û dûr ji kevneşopiyên giştî hatiye dîtin.”

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan di nivîsa xwe de herwiha dibêje, “Di aliyê tekst û hunera muzîkê û melodiyê de pir lawaz û bêbingeh e û hokar e ji bo têkdana nîzama malbatê û bêrêziya li hember ol û kevneşopiya Kurdî ye, lewra em tevaya medyayên dîtbarî û bihîserî yên Herêma Kurdistanê agahdar dikin ku xwe ji nîşandana vê klîpa asta wê nizim dûr bigirin.”

Wezaretê herwiha hişyarî jî daye saziyên medyayê û daye xuyakirin, “Pabendbûna we bi xweparastina ji nimayişkirina karên bi vî awayî, ximzeta civaka me dike û baştirîn nîşana bilindiya asta medyaya we ye, berovajî wê em dê rêkarên yasayî li dijî medyaya we bikar bînin.”

Li aliyekî din, Aso Bayiz hevjînê hunermend Komsay têkildarî biryara Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ji Rûdawê re axivî û got, di çend rojên bihê de ew dê ronîkirinekê derbarê qedexekirina vê berhemê de bidin.

Videoklîpa Slaw Bitch ji 20ê Gulana 2022 ve li kanala taybet a Komsay a di YouTube de hatiye weşandin û heta niha zêdetirî 215 hezar caran ev klîp hatiye dîtin.

Komsay xelka parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û beriya çend salan bi beşdariya di pêşbirkeke stranbêjiyê de li Başûrê Kurdistanê bêtir hat naskirin.

 

Rudaw

Top