• Friday, 26 April 2024
logo

Cîgirê Serokê CHPê: Divê em hev helal bikin

Cîgirê Serokê CHPê: Divê em hev helal bikin

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Seyît Torun, li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê ya derbarê nêzîkatiya CHPê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd de got “Dibe ku hin kêmasî û xeletiyên berê hebin. Lê em ê hewl bidin bi hev re bijîn, bi hev re hilberînin û bi awayekî adil parve bikin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Seyît Torun li parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Seyît Torun got “Weke CHP'ê ev demeke dirêj e em bi feraseteke nû ya siyasetê dixebitin. Li ku dera welatê me tengasiyek hebe, li ku derê pirsgirêk hebe, em li wir in. Ez dixawzim balê bikşînim: Wan yek ji parêzgehê me ye ku wek partî me lê kêm deng wergirtiye. Li vê derê parlamenter û şaredariyên me tinin.”

Torun wiha berdewam kir “Lê em berpirsiyaretiyê ne di hemwelatiyan de, di xwe de dibînîn. Ji bo ku vê tabloyê biguherînin em bi dilsozî dixebitin. Em bawer dikin ku xwe baş bidin naskirin, hem ji Wanê parlamenter derxin hem jî di hilbijartinên herêmî de serkeftinê bidest bixin. Rojeva sereke ya komxebata me dê hilbijartinên pêşwext bin. Beriya her tiştî em ê amadekariyên hilbijartinê yên navenda xwe ji şaredarên xwe re vebêjin. Paşê jî em ê nêrîn û pêşniyarên şaredarên xwe bigirin. Her wiha dê derfeta me hebe ku em guh bidin nirxandinên kesên ku di vî warî de pispor in. Di ser hilbijartinên herêmî re 3 sal derbas bûn. Di civîna xwe de em ê behsa xizmetên sê salan ên şaredariyên xwe û di van du salên pêş de çi divê bê kirin jî bikin. Em di wê baweriyê de ne ku xizmetên me yên herêmî yên serkeftî jî dê bibin kilîda vekirina deriyê desthilatdariyê.”

Herwiha Torun got “Ji dema ku me ragihand ku em ê vê civînê li Wanê pêk bînin, em bi kêfxwşiyeke mezin a xelkê Wanê hatin pêşwazîkirin. Lê mixabin em dibînin ku di aliyê hikûmetê de nerehetiyeke mezin heye. Pêşî, ji bo danasîna komxebata me peymana danûstendinên billboardan yên li kolanên sereke hatin betal kirin. Her wiha li hin herêman hewl hat dayîn afîşên me bên rakirin. Ev rewş bi tena serê xwe jî bes e ku mirov bibîne ku niha hikûmet çiqas bêçare û tengezar e.”

Torun danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê rexne kir û got “Rêveberiyên herêmî hêmanên sereke yên demokrasiyê ne. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nêzî 3 sal in ji aliyê qeyûmên ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye danîn, tê birêvebirin. Heta ku bi biryarnameya 12ê Gulanê ji bo qeymeqamê heyî qeyûm hat danîn. Ez bi eşkereyî dixwazim bibêjim ku em sîstemeke ku îradeya netewî tê de teslîmî qeyumên tayînkirî bê kirin qebûl nakin.”

“Em ê hewl bidin bi hev re bijîn”

Li ser pirsa peyamnerê Rûdawê Rawîn Stêrk ya “Sozên ku hilbijêrên Kurd dixwazin ji CHP’ê bibihîzin hene. Di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd d sozeke we heye?” Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Torun wih bersiv da “Weke ku em her tim li vî welatî dibêjin, dibe ku ji we re wekî hevokek klasîk xuya bike, lê em hemî bi hev re dijîn. Divê em li hev bên. Divê em hev helal bikin. Divê em bi hev re bin. Bê guman, dibe ku di berê de hin êş çêbûbin. Dibe ku hin kêmasî û xeletiyên berê hebin. Lê em ê hewl bidin bi hev re bijîn, bi hev re hilberînin û bi awayekî adil parve bikin. Em ê demokrasî û edalet, azadiyê serwer bikin û tiştekî ku em nikaribin bi bi serkevin tune.”

Li ser pirseke rojnamevanekî din ya “Daxwaza dengdêrên Kurd mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Di warê naskirina perwerdeya zimanê zikmakî de li ser bingeha siyasî ti tiştekî ku CHP bike heye?” Seyît Torun wiha bersiv da “Di vê mijarê de ji berê de tiştek heye ku em dibêjin. Bêguman divê mirov zimanê xwe bi azadî biaxive. Stranên xwe bi azadî bêje lê di perwerdehiyê de helbet nirxandina bi awayekî paralel bê kirin lê perwerdehiyê de jî wekhevî pêk bîne, ji bo wekheviya derfetan divê hin biryar bên girtin. Lê Em bi kêfxweşî pêşwazî li her kesî dikin ku zimanê xwe bi azadî bi kar bînin, stranên xwe bibêjin û di dawiyê de çanda xwe zindî bihêlin. Ev dewlemendiya me ye, rengê me ye.”

 

Rudaw

Top