Efserekî Tirkiyê li Zapê hat kuştin
Wezareta Bergiriya Tirkiyê ragihand ku efserekî wan di operasyona Pence Kilît de di êrişa PKKê de hat kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê, duhî efserekî Tirkiyê li herêma Zapê di encama êrişa PKKê de birîndar bûye û piştî rakirine nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Hat ragihandin, efserê hatiye kuştin ji bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê ye û termê wî li bajarê Çewligê tê veşartin.
Artêşa Tirkiyê ji Nîsana îsal ve li sînorên Herêma Kurdistanê ji asîman û bejahî ve li dijî PKKê dest bi operasyona “Pence Kilît” kiriye.
Rudaw