• Friday, 26 April 2024
logo

Siûdiyê li ser daxwaza Fuad Husên biryara berdana heciyekî Îranî da

Gulan Media October 2, 2022 Nûçe
Siûdiyê li ser daxwaza Fuad Husên biryara berdana heciyekî Îranî da

Erebistana Siûdî biryar da ku heciyê Îranî yê wêneyê Qasim Silêmanî li Mekkeyê rakiribû azad bike. Wezîrê Derve yê Îranê got, “Azadkirina wî heciyî bi hewldana wezîrên derve yên Iraq û Umanê bûye.”

Wezareta Derve ya Îranê îro 2ê Cotmeha 2022an Yekşemê ragihand, “Di du axaftinên cuda yên telefonê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Umanê Seyîd Bedir el-Busaîd, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Amir Ebdullahiyan derbarê azadkirina heciyekî Îranî ji aliyê Erebistana Siûdî agahdar kirin.”

Berî niha Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz ji wezîrên derve yên Iraqê û Umanê kiribû ku hewlên azadkirina heciyê Îranî bidin. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê de jî hat gotin, “Bi hewldana her du wezîran, Erebistana Siûdî razî bûye ku hemwelatiyê Îranî azad bike.”

Wezareta Derve ya Îranê ragihand, “Em spasiya hewlên Dr. Fuad Husên û Seyîd Bedir el-Busaîd dikin û hêvîdar in di demeke nêzîk de pêşwaziya heciyê Îranî li Firokexaneya Tehranê bikin.”

Ew heciyê ku di dema Hec de wêneyê Qasim Silêmanî rakiribû, Xelîl Derdmend ji aliyê polîsê Erebistana Siûdî ve ji ber bilindkirina wêneyê fermandarê berê yê Hêza Quds a Pasdarên Îranî Qasim Silêmanî di Heca îsal de hatibû girtin.

 

Rudaw

Top