• Saturday, 27 April 2024
logo

Duhok- Termê xortekî hat dîtin

Gulan Media February 5, 2023 Civakî
Duhok- Termê xortekî hat dîtin

 Rêveberiya polîsê Duhokê ragihandiye li bajar termê ciwanekî hatiye dîtin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji BasNewsê re got, îro danê êvarê termê ciwanekî 29 salî bi navê Neşwan Xalid Hacî li nêzîkî bîreke avê li Çiyayê Zawa yê Duhokê hat dîtin.

Herwiha Hêmin Silêman got: “Polîsên wan gehişte cihê bûyerê û li gorî lêkolînên destpêkê û rapora pizîşkiya dadwerî, hat dîtin ku di pirojeya avê de ji ber şoqa elektirîkê jiyana xwe ji dest daye.

Di berdewamiyê jî de Hêmin Silêman ragihandiye der barê bûyerê de lêpirsînan hatiye destpêkirin

 

Basnews

Top