• Friday, 26 April 2024
logo

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî: Peyama Kak Mesûd Barzanî erênî û baş e

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî: Peyama Kak Mesûd Barzanî erênî û baş e

Berdevkê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragehand, ji bo bihêz kirina pêgeha Herêma Kurdistanê û ji bo ku bi yek siyasete li Bexdayê danûstan bê kirin, herwaha ji aliyê din ve jî ji bo çareseriya pirsgirêkan peyama Kak Mesûd Barzanî erênî dibinin.

Berdevkê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Xelîl Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ew peyma birêz Kak Mesûd Barzanî em bi erênî dibinin û tiştekî baş bû. Xwezî zûtir bihata kirin, lê em dîsa jî destxweşiyê lê dikin.’’

Herwaha got: ‘’Dûrketina di navbera aliyên desthilatê û bi taybet jî navbera PDKê û YNKê de heye, hêvîdarin pêkve rûnên û bi berpirsyartî çareser bikin. Li gor me ya baş pirsgirêk ji bo berjewendiyên hemwelatiyan û bi giştî berjewendiya xelkê Kurdistanê bên çareser kirin, ku berjewendiyê xelkê jî parastî be û proje nerawestin.’’

Xelîl Îbrahîm diyar kir, ji du aliyan ve li peyama Kak Mesûd erênî dibînin, yekem ew dûrketina di navbera wan herdu aliyên siyasî ya heye, ji bo pêgeha Herêma Kurdistanê li Bexdayê û bi yek siyasetê danûstan kirin e, ya duyem jî berjewendiya giştî ya xelkê Kurdistanê û xizmet kirin e, ji ber eger pirsgirêk hebe ji bo xelkê jî pirsgirêkê ava dike.

 

Basnews

Top