• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Amedê zarokekî bi tivinga nêçîrê hevalê xwe kuşt

Li Amedê zarokekî bi tivinga nêçîrê hevalê xwe kuşt

 Li navçeya Kayapirnar a Amedê, zarokekî bi tivinga nêçîrê gule hevalê xwe da.

Duh êvarê li nêzî Stadyuma Bajêr a Amedê zarokê bi navê M.E.  yê 16 salî bi tivinga nêçîrê gule li hevalê xwe yê bi navê H.B. yê 19 salî da.

H.B bi giran birîndar û ji bo dermankrinê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl, lê tevîel hemû midaxeleyan bi ser xwe ve nehat û canê xwe ji dest da.

Li ser bûyerê ekîbên Amîrtiya Buro Cinayetê gumanbar M.E. desteser kirin.

 

Rudaw

Top