• Friday, 17 May 2024
logo

ÊLIH - Berbijêrê HUDA PARê çû serdana DEM Partiyê

ÊLIH - Berbijêrê HUDA PARê çû serdana DEM Partiyê

Berbijêrê Şaredariya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli di çarçoveya hilbijartinan de li navçeya Qubînê ya Êlihê çû serdana ofîsa hilbijartinê ya DEM Partiyê.

Parlamenter û Berbijêrê Şaredariya Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli derbarê serdanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Serkan Ramanli di peyama xwe de got, “Li navçeya Qubînê piştî ku me ofîsa xwe ya hilbijartinê vekir, em çûn serdana ofîsên partiyên jî.

Di çarçoveya ku pêvajoya hilbijartinê bi awayekî biratî û xweşî bê derbaskirin de bi hêviya serkeftinê em çûn serdana ofîsên DEM Partî, AK Partî û Partiya Jinûve Refahê.”


Hefteya borî piştî wêneyên berbijêrê HUDA PARê Serkan Ramanli û berbijêrê DEM Partiyê yê heman parêzgehê ku lîstikeke futbolê bi hev re temaşe kiribûn belav bûn, bûbûn sedema karvedanan û DEM Partiyê derbarê wê yekê de daxuyaniyek belav kiribû.

Herwiha DEM Partî HUDA PARê bi kiryarên Hizbulahê tohmetbar dike û piştgiriya wê partiyê ya ji bo AK Partî jî bûye sedema nerazîbûnê.

 

Rudaw

Top