• Sunday, 28 April 2024
logo

RIHA - 2,5 milyon geştyarî berê xwe daye Girê Mirazan

RIHA - 2,5 milyon geştyarî berê xwe daye Girê Mirazan

Girê Mirazana Rihayê wekî cihê destpêka dîrokê tê qebûlkirin.

Girê Mirazana parêzgeha Rihayê Tîrmeha 2018an di nav Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de hatibû tomarkirin.

Ji wê rojê ve hejmara geştyaran roj bi roj zêde bû û di nav 5 salan de 2 milyon û 551 hezar û 535 geştyaran berê xwe da Girê Mirazan.

Rêvebirê Muzexaneya Rihayê Celal Uludag anî ziman:

“Ji bo şûnwarnasiya cîhanê û ya welatê me Girê Mirazan cihekî girîng e. Mirovên ku têne vê derê dema berhemên li vê derê dibînin, bi taybetî bi dîtina peykerên ajel û mirovan matmayî dimînin.

Ji ber ku Girê Mirazan ji aliyê mîmariya peykersaziyê ve cihê herî kevn ê cîhanê ye. Mirov van tiştan meraq dikin û tên serdana Girê Mirazan. Li gorî me dê ev serdan di salên pêş de zêdetir bibe.”

Kolandinên li Girê Mirazan piştî ku gundiyekî sala 1986an li nav erdê xwe peykerek dît sala 1995an hatin destpêkirin û ji wê rojê ve gelek berhem hatin dîtin ku giraniya hinek peykeran digihêje 60 tonî.

“Dê berhemên girîng werin dîtin”

Rêvebirê Muzexaneya Rihayê Celal Uludag herwiha da zanîn:

“Li Girê Mirazan xebatên kolandinê di çarçoveya girên kevir de berdewam dike. Xebatên kolandinê dê di salên pêş de jî berdewam bin.

Çawa ku di salên borî de hatin dîtin di kolandinên salên pêş de jî dê berhemên girîng werin dîtin.”

Riha bi Girê Mirazan ku dîroka wê vedigere berî 12 hezar salî û bi cihên din ên dîrokî bala mirovan dikişîne.

Herî dawî jî li gundê Sêderiyê cihê dîrokî Qûça Keçel hat dîtin ku bi Girê Mirazan re hevdîrok e.

 

Rudaw

Top