Şandeke bilind a Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê li Çînê beşdarî di dewreyeke pêşveçûnê de dikin
Şandeke bilind a Ciwanên Kurdistan bi serperestiya sekreterê Yekitiya Ciwanên Demokrat a Kurdistan Meyser Nihêlî û endamên beşek ji rêveberên mekteba sekreteriyê û çend ciwanên din ên saziyên sivîl yên navçeyên cuda ên Kurdistanê, bi serdanekî gihîştin Komara Çînê.
Şanda Ciwanên Kurdistanê ku ji grubeke 17 kesî, bi nave (Kurdistan Lav-Kurdistan Young) di dewreyekî pêşveçûnê ya Çînê de beşdarin, derveyî ciwanên Kurdistanê, çend şandekî din yên welatên Urdin, Lubnan, Misir û Cezaîrê tê de beşdarî dikin.
Herwaha di destpêkê de bi sirûda Netewî a Ey Reqîb dest bi bernama dewreyê hat kirin û destpêkê gotarek ji aliyê Meyser Nihêlî ve hat pêşkêş kirin û hevxemiya xwe ji bo karesata xwezayî a ku li Duhok û Zaxo û Badînanê di encama lehiyê de hat jiyan kirin û herwaha sersala nû ya kurdî li tevahiya Kurdistaniyan û hemî kurdên ku li hercihekî Cîhanê jiyana dikin, pîroz kir.
Piştre sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê balkişand ser sînorên erdnîgariya Kurdistanê ku ji Kurdistana mezin pêk tê û piştre bi girîngî dîtin behsa hejmara Kurdên li derveyê welat li piraniya welatên cîhanê û li gelek welatan kir û her du jî di pêşxistina wê de roleke bibandor heye. Hem di jiyana bi hev re û hem jî di pêşxistina ruhê yekîtiyê de, hem jî di warê siyaset, rêveberî û pêşxistina şaristaniya cihên ku lê dijîn de.