• Saturday, 27 April 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Em dikarin bi hev re li ser hemî astengan zal bibin

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em dikarin bi hev re li ser hemî astengan zal bibin

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kiriye ku girêdayî tevlîbûna wî ya di fitarekê de bi welatiyan re li yek ji mizgeftên bajarê Hewlêrê ye û nivîsiye, “Spas ji bo xweragiriya xwe, Kurdistaniyên ezîz”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Sêşem, 26.03.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kiriye û tê de amaje daye, “Em dikarin wekî gelek herdem bi hev re li ser hemî asteng û hevrikiyan zal bibin ku berhingarî me dibin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de gotiye, “Ez spasiyeke bêhempa pêşkêşî xelkê Kurdistanê dikim ji ber xwerazgirî û bêhnfirehiya wan û ji ber piştevanî û bawera wan bi me û bi hikûmeta xwe”.

Serokwezîr ron jî kiriye, “Eger em piçekê li dîroka xwe vebigerin, em dê bibînin ku ji bo çêbûna Herêma Kurdistanê bi vî awayê ku niha heye, çi kesekî çi xêr bi me re nekirine, ev berhemê xwîna şehîdên me ye, berhemê xebata xelkê me ye, hûn hemî tevlî çêkirina vê ezmûnê û vê Herêmê bûne. Me destûrek heye ku mafên Herêma Kurdistanê û erkên me jî tê de hatine diyarkirin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pareke din a peyama xwe de daxwaziyek ji aliyên siyasî kiriye û gotiye, “Li vê derê min daxwazeke birayane ji tevaya aliyên siyasî yên Kurdistanê heye ku hemî destan ji berjewendiyên şexsî û partîtiyê berbidin, destan ji wê hizirê berbidin ku aliyek li ser aliyekî din mifadar be ew destkeftî ye, bi çi rengan ew ne destkeftî ye. Em wê demê dikarin bibin xwediyên destkeftiyan dema ku em bikarin mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê biparêzin. Em hingê dikarin bibin xwediyên destkeftiyan dema ku em biratiya navbera hemî pêkhat û neteweyan li Kurdistan û Îraqê biparêzin”.

 

K24

Top