• Thursday, 09 May 2024
logo

Amerîka êrîşa ser Kurumorê mehkûm dike

Gulan Media April 27, 2024 Nûçe
Amerîka êrîşa ser Kurumorê mehkûm dike

Dibêje ev zirar dane bi jêrxana medenî.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde bi tundî êrîşa duhê êvarê ya bo ser stasiyona gaz ya Kurumorê li Çemçemalê mehkûm kiriye.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku, ev êrîşa han binpê kirina serweriya Îraqê û zirar dane bi jêrxana medenî ku, em jî vê bi tundî mehkûm dikin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, Amerîka berdewam dibe li ser kar kirin li gel Îraq û herêma Kurdistanê bo parastina asayîş û aramiyê.

 

Top