• Saturday, 27 April 2024
logo

Dr. Elî Qeredaxî: Destpêşxerî û hewldanên me ji bo hevtêgihîştina Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê hene

Gulan Media March 27, 2024 Nûçe
Dr. Elî Qeredaxî: Destpêşxerî û hewldanên me ji bo hevtêgihîştina Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê hene

Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan dibêje, destpêşxeriya wan ji bo têgihîştina di navbera Dadgeha Federalî û Herêma Kurdistanê de û dernexistina wan biryarên ku dibin sedema biçûkkirin û lawazkirina Herêma Kurdistanê, heye.

Serokê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Misilmanan Dr. Elî Qeredaxî di dema beşdarbûna bernameya “Paşîv” a K24ê de got: Çend roj berê ew li gel berpirsekî bilind ê hikûmeta Iraqê civiyan û destpêşxeriyek ji bo têgihîştina di navbera Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê de û dernexistina biryarên ku dibin sedema biçûkkirin û lawazkirina Herêma Kurdistanê, pêşkêş kir.

Dr. Elî Qeredaxî got, wî berpirsê Iraqî ji wan re gotiye ew ê destpêşxeriya wan bigihîne Dadgeha Federal. Herwiha wî wek kesayetiyekî Kurd ji wî berpirsê Iraqî re gotiye: Dadgeha Federalî ku xwe dadgeheke destûrî û yasayî dibîne, pêwîst e ji bo çareserkirina pirsan, wek kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re, lêvegereke wê hebe. Ji bo vê yekê, Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misilmanam, saziyek mezin e ku nûnertiya zêdetirî 90 welatên cîhanê dike, ji bo dadgeha ku xwe rewa dibîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, dikare li wê vegere.

Serokê Yekitiya Cîhanî ya Zanayên Mislimanan diyar kir, “Dadgeha Federal ku xwe rewa dibîne, em wê pirsê jê dikin: Nedana mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Şerîetê de çawa tê kirin?”

Dr. Elî Qeredaxî tekez kir jî ligel destpêşxeriya xwe ya ji bo Dadgeha Federalî, ew bi aliyên din ên Iraqî jî hewl didin ku "çareseriyeke rewa û yasayî" ji vê pirsê re bibînin.

 

 

Basnews

Top