• Tuesday, 30 April 2024
logo

Li Iraqê 150 hezar zilaman xwe weke jin tomar kirine

Li Iraqê 150 hezar zilaman xwe weke jin tomar kirine

Desteya Parastina Civakî a Iraqê ragehand ku zêdetirî 150 hezar zilaman li Iraqê navên xwe weke jin tomar kirine, ji bo ku bi awayekî ne yasayî, mûçeyê çavdariya civakî bi dest bînin.

Eve jî di demekî de ye ku berê çend caran nûçeyên bi vî rengî hatine belavkkirin, lê belê îro çarşemê berdevk Necim Eqabî bi navê wezareta karê hikûma Federalî a Iraqê di daxuyaniyekî de ji bo kanala El Someriye axivî û ragehand ku desteya parastina civakî dosyayekî zêdetir ji 150 hezar zilaman aşkera kiriye ku xwe bi jin tomar kirine, ji bo ku pareyê çavdêriya civakî bi navê jiyana feqîriyê werbigrin.

Eqabî herwaha ragehandiye ku eve di demekî deye, ku bi hezaran jin li Iraqê hêjayî wergirtina pareyê çavdêriya civakîne, lê ji wan mafane hatine bêbeş kirin.

Top