• Thursday, 16 May 2024
logo

Ekrem Îmamoglu Amedspor pîroz kir

Gulan Media April 29, 2024 Corane
Ekrem Îmamoglu Amedspor pîroz kir

 Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Amedspor pîroz kir.

Amedspor doh li deplasmanê li hemberî Somasporê 1-0 bi ser ket û gelekî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspora ku di Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de dilîze bi 80 puanî lîder e.

Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediya 77 puanan e.

Amedsporê dê hefteya bê tîma Menemensporê bike mêvan.

Eger Amedspor bi ser bikeve yan jî wekî hev bimînin dê bibe şampiyon.

Li aliyê din, ji bo ku Amedspor nebe şampiyon divê bi ferqeke zêde zora wê here û Kastamonuspor jî maça xwe bi ferqeke zêde bistîne çimkî Amedspor bi averaja 11 golan li pêş e.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî ku Amedspor doh bi ser ket û hema bêje bû şampiyon payemeke pîrozkirinê belav kir.

Ekrem Îmamoglu li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Ez Amedsporê ji dil û can pîroz dikim ku bû şampiyon û ji lîga duyem derbasî lîga yekem bû.”

 

Rudaw

Top