• Tuesday, 30 April 2024
logo

Ji bo birêxistinkirina serxweşiyan rêbazên nû tên pêşxistin

Ji bo birêxistinkirina serxweşiyan rêbazên nû tên pêşxistin

Biryare di nava çend rojên pêş de li Hewlêrê, rêbazên nû ji bo bi rêvebirina serxweşiyan bên diyarkirin.

Li gor daxuyaniyeke Ewqafa Hewlêrê, îro pêncşemê parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li gel rêveberê giştî yê Ewqafa parêzgeha Hewlêrê û rêveberê Ewqafa Hewlêrê û serokê komeleya Quran xwanan civînek li gel Guran xwanan birêve birine.

Herwaha amaje bi wê jî hatiye dayîn ku parêzgarê Hewlêrê di axaftina xwe de balkişandiye ser giringiya rola Quran xwanan, bi taybetî di boneyên ayînî û danîna serxweşiyan û beşdariya çalakiyên olî û piştre tekezî li ser birêxistinkirina kar û barên    Quranxwanan kiriye, bi taybet di mijara serxwaşiyan de.

Parêzgarê Hewlêrê ragehand: ‘’Bi hemahengiya li gel rêveberiya giştî a Ewqafa parêzgeha Hewlêrê û rêveberiya ewqafa navenda Hewlêrê, çend mijarên girêayî birêxistina serxwaşiyê li Hewlêrê tê dayîn ku di xizmeta giştî û kesên xwedî serxwaşî û hemû aliyekî debe û divê hemû aliyek jî pêve pêbend be.’’

Herwaha behsa wê jî kir, rêveberê giştî yê ewqaf a Hewlêrê jî, balkişand li ser karê hevbeş, ji bo xizmetkirina Quran xwanan û her kesî tekez li ser çend xalên giring û pêwendîdar kir.
Ewqafa Hewlêrê şakera kiriye ku biryare di çend rojên pêş de rêbazên nû ji bo birêvebirina serxweşiyan bê derxistin û hemû alî jî divê pêbendî wê cîbicîkirinê bin.

 

Basnews

Top