• Tuesday, 21 May 2024
logo

Çekdarên Îranî Kolberekî din yên Kurd qetil kirin

Gulan Media April 18, 2024 Nûçe
Çekdarên Îranî Kolberekî din yên Kurd qetil kirin

Li gerliya Tete êrîşî ser Kolberên Kurd kirine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê êvarê çekdarên rejîma Îranê li geliya Tete ya li devera Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd bi navê Seywan Destefken dem û dest canê xwe ji dest daye.

Nav hatî temen 35 sal û bavê zarokekiye û xelkê gundê Dere Peyman ya ser bi Merîwanê ye.

Her duhê li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê jî girtiyekî Kurd bi navê Efşîn Baxşîrîn ku, xelkê bajarê Kengawere ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye îdamkirin.
 

Top