• Thursday, 02 May 2024
logo

Şêwekarên Kurd li Amerîkayê pêşangeheke hevbeş vedikin

Şêwekarên Kurd li Amerîkayê pêşangeheke hevbeş vedikin

Navenda Çanda Kurdî ya Amerîkayê dê li bajarê San Diegoyê yê Kaliforniyayê ji şêwekarên Kurd re pêşangehekê veke û konserekê li dar bixe.

Endamê Navenda Kultura Kurdî ya Amerîkayê Hîwa Paşayî, ji Rûdawê re axivî û got:

“Em dê 26-27ê Nîsanê bi slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê ji bo hunermendên şêwekariyê yên Kurd Şehriyar Caf, Sirwe Paşayî û Emîr Elmalû pêşangehekê vekin.

Çalakiya duyem ji bo hunermend Dilniya Rezazî û hunermend Kawe Şêxê ye ew jî dê konserekê bidin.”

Hîwa Paşayî da zanîn ku armanca van çalakiyên Navenda Çanda Kurdî ya Amerîkayê, ew e ku çanda Kurdî li Amerîkayê bide nasandin.

Li gorî gotina Hîwa Paşayî, dê roja yekem a çalakiyê pêşangeh were vekirin û dê pêşangeh 2 rojan berdewam bike.

Dilniya Rezazî û Kawe Şêxê jî dê roja duyem a çalakiyê konserekê bidin.

Navenda Çanda ya Kurdî ya Amerîkayê sala 2023yan li eyaleta Kaliforniyayê ya Amerîkayê hat damezirandin.

Ev yekem çalakiya çandî ya vê dezgehê ye.

 

Rudaw

Top