• Thursday, 02 May 2024
logo

Henri Barkey: Herêma Kurdistanê û Hikûmeta wê herdem li cem Amerîkayê giring in

Gulan Media April 19, 2024 Nûçe
Henri Barkey: Herêma Kurdistanê û Hikûmeta wê herdem li cem Amerîkayê giring in

Vekolerek amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê û Hikûmeta wê li cem Amerîkayê herdem giring in”. Herwesa dibêje, “Piraniya pêkhatan li Herêma Kurdistanê ne û civaka navdewletî jî vê yekê giring dibîne”.

Vekoler Henri J. Barkey îro (Pêncşem, 18ê Nîsana 2024ê) taybet ji K24ê re ragehand, “DAIŞ hêşta li ser ewlehiya Îraqê gef e, di eynî demê de hêzên Îraqî û hêzên Pêşmergeyan roleke baş di rûbirûbûn û nehêlana wê de hebû”.

Henri J. Barkey amaje jî da, “Îraqê hindî berê pêdivîtî bi hebûna piştevaniya serbazî ya Amerîkayê û Hevpeymanan nemaye, belkî ji aliyê hewalgirî ve zêdetir pêdivîtî pê heye”.

Navbirî herwesa got, “Amerîkayê niyet e di Herêma Kurdistanê re bigehe bakurê rojhilata Sûriyeyê, xasma ku kempa Holê li Sûriyeyê niha metirsîdar e. Di vê çarçoveyê de eger Amerîka hêzên xwe ji Îraqê vebikêşe jî, dê ji Herêma Kurdistanê venekêşe”.

Wî vekolerî tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê û Hikûmeta wê herdem giring in ji ber ku di wê darêtinê de, ya ku Amerîkayê ji bo Îraqa nû kiriye, Herêma Kurdistanê li Îraqê hevpar û pareke giring a sîstema demokrasiyê bûye”.

Henri J. Barkey giring dibîne ku çavdêriya arêşeyên aborî yên Herêma Kurdistanê bê kirin ji ber ku dema Amerîka li Îraqê dinêre, bi giringî ve li Herêma Kurdistanê jî dinêre, xasma ku piraniya pêkhatan li Herêma Kurdistanê ne û civaka navdewletî jî vê yekê giring dibîne”.

 

K24

Top