• Wednesday, 22 May 2024
logo

Erdogan li ser PKKyê çi ji Îraqê xwest?

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Erdogan li ser PKKyê çi ji Îraqê xwest?

Erdogan ji Mihemed Şiya Sûdanî xwestiye ku PKKyê wekî “rêxistineke terorî” nas bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 13 salan çû Bexdayê û paşê hat Hewlêrê.

Recep Tayyîp Erdogan, bi rayedarên Îraq û Herêma Kurdistanê re gelek hevdîtin kirin.

Mijarên sereke yên hevdîtinên Erdogan ên li Bexdayê “ewlehî” û “PKK” bûn.”

Li gorî agahiyan, PKK di hevdîtina Erdogan a bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de jî mijara sereke bû.

Erdogan û Sûdanî piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdogan, “Em spasdar in ku PKK li Îraqê wekî rêxistineke qedexekirî” hat naskirin û got:

“Ez bawer dikim ku PKK bi awayê fermî wekî rêxistineke terorîstî bê ragihandin dê hebûna wê ya li nav axa Îraqê di demeke kurt de bi dawî bibe.”

Erdogan anî zimên ku wî ev xwesteke xwe ji rayedarên Îraqê re eşkere kiriye.

“Em rê nadin ku axa Îraqê bi kar bînin”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî di daxuyaniya xwe de got:

“Çawa ku em axa xwe pîroz dibînin û em rê nadin serweriya me were binpêkirin, em rê nadin ku ti hêz axa Îraqê li dijî cîranên me jî bi kar bîne.”

Li aliyê din, di navbera Tirkiye û Îraqê de 26 peyman hatin îmzekirin ku 4 ji wan li ser mijarên ewlehiyê ne.

Top