• Tuesday, 21 May 2024
logo

Hikûmeta herêmê daxuyaniyek belav kir

Gulan Media April 24, 2024 Nûçe
Hikûmeta herêmê daxuyaniyek belav kir

Dibêje Bexda hewl dide Kurdistan tawanbar bike.

Îro wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê daxuyaniyên hikûmeta federalî û wezareta petrolê ya federalî yên li dor henarde kirina petrola Kurdistanê, bo raya giştî weşand.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku, hikûmeta herêmê û wezareta samên xwezayî haya xwe ji daxuyaniyên aliyên têkildar yên federalî yên vê dawiyê yên li dor henarde kirina petrola Kurdistanê de heye û mixabin aliyên têkildar yên federalî hewl didin li ser vê mijarê hikûmeta herêmê tawanbar bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, tevahiya rêkeftinên herêmê yên taybet bo petrolê qanûnîne lê hikûmeta Îraqê ne amadeye wan bipejrîne û dixwaze wan rêkeftinan bike hincetek bo tawanbarkirina herêma Kurdistanê.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku, eger qanûn û rêkeftinên heyî ji aliyê hikûmeta federalî ve hatibana îmzekirin ti kêşeyek nedima lê mixabin aliyên federalî ne amadene destûr û rêkeftinan cîhbicîh bikin.
 

Top