• Monday, 13 May 2024
logo

Ano Cewher: Neraste ‘’Kota’’ li Bexdayê helal û li Hewlêrê heram be

Gulan Media April 28, 2024 Nûçe
Ano Cewher: Neraste ‘’Kota’’ li Bexdayê helal û li Hewlêrê heram be

Wezîrê veguhestin û gehandin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher di nivîseke tora xwe ya civakî facebookê de amaje bi wê yeke kir ku: ‘’Eger dadgeha federal baweriya wê wisa be ku kursiyên ‘’Kota’’ ji bo Mesîhî û Tirkmen nedestûrî ye li Parlamentoya Kurdistanê û ji ber wê jî biryara hilweşandinê derxist, başe çima endamtiya endamên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Iraqê çima we nehilweşand û ew jî li gor sîstema kotayê li Iraqê hatine helbijartin.’’

Ano Cewher diyar kir: ‘’Wê deme ji bo dadgeh bi siyaseta cotstandartî neye tometbar kirin, divê dadgeha federal dadperwerbe û biryarekî bilez derbixe ji bo hilweşandina endamtiya wan nûnerên ku kursiyên kotaya Mesîhî, Ezdî, Feylî û Şebek ve hatine helbijartin li Parlamentoya Iraqê ne û herwaha li encûmena parêzgehanin. Ev neraste kota li Bexdayê helal be û li Hewlêrê jî bê heram kirin.’’

Herwaha got: ‘’Maqûl nîne kota li encûmena nûnerên Iraqê û encûmena parêzgehan destûrî be û li Parlamentoya Kurdistanê nedestûrî be. Destur tenê yek e! Lê cîhbicîhkirina xalên destûrî de ti helbijarteyên cüda tine.’’

Ano Cewher teqez kir, ‘’Divê em hemû wekhew bin, wek xelkê vî welatî. Eger kota li Hewlêrê bê hilweşandin divê li Bexda jî bê hilweşandin, berovajî wê eger wekî xwe li Bexdayê bimîne divê li Hewlêrê jî wekî xwe bimîne.’’

 

Basnews

Top