• Sunday, 19 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê: Civînên me yên li Tehranê gelek baş bûn

Serokê Herêma Kurdistanê: Civînên me yên li Tehranê gelek baş bûn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Serdana me ya bo Îranê girîng û baş bû, bi baweriya min ev serdan dê bibe destpêkek nû di pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapmeniyê ya li Tehranê de ragehand: “Di vê serdanê de hevdîtina me bi Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê, Serokomar, Serokê Parlamentoya Îranê û Sekreterê Giştî yê Encûmena Asayişa Neteweyî re hebû.”

Barzanî got: “Ji bo me, peywendiyên me yên bi Komara Îslamî ya Îranê re gelek girîng û dîrokî ne, piştî serketina şoreşa Îslamî û heta niha gelek peywendiyên me yên hevpar hene. Herwiha me spasiya berpirsên payebilind ên Îranê jî kir ku di demên dijwar de piştgiriya me kirine.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand: “Bêguman di vê rêyê de hin pirsgirêk hene, ji ber vê yekê tişta ku em girîng dibînin ev e, divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Herêma Kurdistanê weke cîraneke girîng dixwaze têkeliyên xwe yên baş bi Komara Îslamî ya Îranê re wek cîranek ku di rojên teng de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, hebe. Ji ber wê jî Îran û Herêma Kurdistanê îradeyeke wan a cidî heye bo nehîştina pirsgirêk û nakokiyan.”

Herwaha Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Herêma Kurdistanê her tim xwestiye ku li navçeyê wek faktora aramiyê bimîne, ev siyaseta Herêma Kurdistanê ya nayê guhertine û dê li ser vê siyasetê berdewam be.”

 

Basnews

Top