• Thursday, 16 May 2024
logo

Li Colemêrgê tirs zêde bû: Konteyneran vediguhêzin bajêr!

Gulan Media April 29, 2024 Nûçe
Li Colemêrgê tirs zêde bû: Konteyneran vediguhêzin bajêr!

 Ji ber ku li bajêr tirsa erdhejê zêde bûye konteyner û konan vediguhêzin Colemêrgê.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) û pispor demên dawiyê li ser hev hişyariyan didin ku eger heye li Colemêrga Bakurê Kurdistanê erdhejeke mezin rû bide.

Parêzgariya Colemêrgê piştî van hişyariyan perwerde da hêzên ewlehiyê û ji bo konteyneran hinek cih diyar kirin.

Li hêla din, li Colemêrg û Geverê hinek dibistan û avahiyên fermî hatin valakirin û AFADê dest bi haziriyên erdhejê kir.

Li gorî nûçeya DHAyê jî li Colemêrg û Şemzînanê ji bo konteyneran hinek cih hatine destnîşankirin.

Heta niha 2 hezar û 800 kon danîne depoyên li Colemêrg û Geverê.

200 konteyner jî li deverên cuda yên Şemzînanê hatine danîn.

Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk jî da zanîn ku ji bo erdhejê amadehî tên kirin û got:

“Li Colemêrg û Geverê ji bo 1000 konteynerî û li Şemzînanê jî ji bo 500 konteynerî cih hatiye diyarkirin.

200 konteyner hatine Şemzînanê û dê yên mayî jî werin.”

Alî Çelîk amaje pê kir ku ew dê derdora 10 hezar konan jî li Colemêrgê amade bikin.

 

Rudaw

Top