• Thursday, 16 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Ebdulmehdî civiyan

Gulan Media April 29, 2024 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Ebdulmehdî civiyan

Behsa rewşa jiyana xelkê hatiye kirin.

Peyamnêrê me yê li Bexdayê ragihand ku, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê berê yê Îraqê Adil Ebdulmehdî civiyaye.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û herwiha rewşa jiyana xelkê û çawetiya baştir kirina rewşa jiyana xelkê û pêşkêş kirina xizmetgozariyên zêdetir bi xelkê hatiye kirin.

Ji aliyeke din ve Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê tevgera Hikme Emar Hekîm jî civiyaye û di civînê de rixmî nirxandina rewşa Îraqê nîqaş li ser têkiliyên du alî û piştîvaniya aliyên siyasî bo pêngavên taybet bi cîhbicîh kirina bernameya hikûmetê hatiye kirin.

Top