• Thursday, 16 May 2024
logo

Çavdêrekî siyasî: Pêwîste demekî kurt de sîstema dijî mûşek û dron li Kormor û bîrên petrolê bên bicîhkirin

Gulan Media April 29, 2024 Nûçe
Çavdêrekî siyasî: Pêwîste demekî kurt de sîstema dijî mûşek û dron li Kormor û bîrên petrolê bên bicîhkirin

 Şarazayekî peywendiyên navnetewî behsa metirsiya êrîşên grubên çekdar ên ji yasayê derketî li ser bîr û zeviya gaz a Kormorê li Çemçemalê dike û pêwîst dizane ku di demekî kurt de sîstema dijî mûşek û dron li bîr û zeviyên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê bên bicîhkirin.

Şarazayê peywendiyên navnetewî Dr. Saman Şalî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev ne cara yekeme êrîş li ser Kormorê tê kirin, lê helwêstê vê carê yê civaka navnetewî giringiya xwe heye. Herçend mixabin ev şermezarkirin tercûmeya kar nîne, ji ber bîr û zeviyên gazê û petrolê yên Kurdistanê pêwîstiya wan bi parastina esmanî heye, wekî dije mûşekan. Ji ber bîr û zeviya Kormorê zeviya gazê ya herî mezine li Iraqê û sedî 67 elektrîka Herêma Kurdistanê dide û Kerkûk û Mûsil jî mifayê jê werdigrin. Dikare dabeşî ser cîhên din ên Iraqê jî bê kirin, lê ev êrîşane ji bo wê ye ku berhemê gaz neyê zêdekirine. Naxwazin jînge paqij be û ew pêşkeftina Kurdistanê berdewam bike, dixwazin wê zeviyê bikin armanca êrîşê û destekî derve jî li pişt wan êrîşan de ye.’’

Şarazayê peywendiyên navnetewî hêvî xwest ku civaka navnetewî li ser vê mijarê bêne ser xet û helwêstê wan tenê di çarçoveya şermizarkirinê de nemîne. Ji ber ku divê çavkaniyên darayî yên wan grubên ji yasayê derketî bên hişk kirin û bên bêçek kirin. Lê mixabin Hikûmeta Iraqê ji ber di dest xwe de nîne, nikare wê bike, ji bo wê jî pêwîste Hêzên Hevpeyman bimînin û wê garantiyê jî bidin.’’

Bi baweriya Dr. Saman Şalî vekêşîna Pêşmerge li navçeyên sînorê madeya 140 piştî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê çend encamên wê hebûne ku yek ji wan jî çêbûna valatiyeke mezin a ewlehiyê ye ku derveyî DAIŞê grubên ji yasayê derketî mifa ji wê yekê dîtin û li wan sînoran ve êrîş kirin ser Herêma Kurdistanê.

Dawiyê de jî teqez kir: ‘’Divê Amerîka û Hêzên Hevpeyman bilez dije mûşek û dron dabîn bikin bo bîr û zeviyên gaz û petrolê yên li Herêma Kurdistanê ku ji hemûyan giringtir jî bîr û zeviya gazê ya Kormorê ye, divê heta bikare parastina wê bê kirin.’’

 

Basnews

Top