• Tuesday, 21 May 2024
logo

Koçberên naverast û başûrê Iraqê li Herêma Kurdistanê dijî biryarekî Hikûmeta Iraqê xwepêşandanê dikin

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Koçberên naverast û başûrê Iraqê li Herêma Kurdistanê dijî biryarekî Hikûmeta Iraqê xwepêşandanê dikin

Ew koçberên Iraqê yên ku li Herêma Kurdistanê ne, cara sêyem dijî daxistina dibistanên ser bi Hikûmeta Iraqê û daxistina nûnertiyên Wezareta Perwerdeyê û bi zorê şandina wan li Hewlêrê xwepêşandanekî mezin dê pêkbînin.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro 30.04.2024ê li pêş nûnertiya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Iraqê li taxa Hewlêr a Nû ya Hewlêrê, koçberên başûr û naverasta Iraqê, dijî biryarên Hikûmeta Iraqê yên bi zorê şandina wan û daxistina dibistan û nûnertiyên Wezareta Perwerdeyê xwepêşandanê dikin û daxwaz dikin Hikûmeta Iraqê biryara xwe hilweşîne. Herwaha sedemê nevegera xwe jî girêdidin bi nebûna xizmetguzariyê û avadan nekirina navçeyên wan û hebûna grubên milîs ên li navçeyên xwe.

Biryare îro Dadgeh Federal bicive û yek ji wan giliyan jî ku biryara daxistina kamp û dibistan û nûnertiyên Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Iraq a Federal a li Herêma Kurdistanê ye ku dê gotûbêjê li ser bike û wan derbaran de jî tê hêvîkirin biryarê bide.

 

Basnews

Top