Konsulê Giştî yê Amerîka: Emê berdewam bin li ser piştgirîkirina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê
Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistan li gel Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî civiya û got: ‘’Amerîka bi tundî êrîşa li ser qada Kormorê şermezar dike û dê berdewam be li ser piştevaniya aramî û asayişa Herêma Kurdistanê.
Li gor ragehandinekê, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih pêşwaziya Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Straw û şandeke pê re kir û di civîna wan de Konsulê Amerîkayê nîgeraniya xwe a ji bo êrîşa dironî ya li ser qada Kormorê û jiyan ji dest dana 4 kermendê Kormorê anî ziman û êrîş bi êrîşeke terorîstî bi mebesta têkdana jêrxaneya ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê wesif kir.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê ragehand, ‘’Wezareta Derve ya Amerîkayê di nêzîkve çavdêrî û li dûvdeçûna guhertinan dike û wê hewlên Amerîkayê ji bo piştgîrîkirina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê û rêgirtin li bezandina serweriya xaka Iraqê û êrîşên xwezayî de berdewam be.
Li gor ragehandinê, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih spasiya hikûmeta Amerîkayê kir ji bo şermezarkirina êrişê û pesna hewldanên Amerîkayê da û got: ‘’Pêwîste hewlên xwe ji bo parastina jêrxana enerjî û aborî ya Herêma Kurdistanê zêdetir bikin, ku ev êrişa nehemîn e li ser vî warî û zirar daye aboriya Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê.”
Basnews