• Tuesday, 21 May 2024
logo

Bendav teqiya: 42 kes mirin

Gulan Media April 30, 2024 Nûçe
Bendav teqiya: 42 kes mirin

Li paytexta Kenyayê bajarê Nairobiyê bendav teqiya û di encamê de herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, ji ber barana zêde û lehiyê Bendava Old Kijabeyê teqiya.

Berdevkê Hikûmeta Kenyayê Isaac Maigua Mwaura ragihand ku ji ber hilweşiyana bendavê zerer li mal û rêyan bû.

Isaac Maigua Mwaura herwiha diyar kir ku ji ber wê bûyerê herî kêm 42 kesan canê xwe ji dest da.

Mwaura da zanîn ku ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û got:

“Li gorî tespîtan hin jî çend kes di nava heriyê de mane û em hewl didin wan rizgar bikin.

Di meha Adarê de 103 kes ji ber lehiyê mirin.”

Zêdeyî 200 hezar kesî ji ber lehiyê mexdûr bûn

Li herêmê gelek xanî ji ber lehiyê di bin avê de man û gelek kesan xwe spartin dibistanan.

Li seranserê wî welatî ji 200 hezarî zêdetir kes ji ber lehiyê mexdûr bûn.

Roja înê jî Hikûmeta Kenyayê bangî xelkê kiribû ku li hemberî barana zêde amade bin û tedbîrên pêwîst wergirin.

 

Rudaw

Top