• Friday, 17 May 2024
logo

Behsa zewaca Kurd û Tirkan kiribû: Parlamenterê AK Partiyê bersiv da Bahçelî

Behsa zewaca Kurd û Tirkan kiribû: Parlamenterê AK Partiyê bersiv da Bahçelî

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu, li ser gotinên wî yên li ser “zewaca Kurd û Tirkan” bersiv da Devlet Bahçelî.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de de gotibû:

“Li Tirkiyeyê dê ev milet û îradeya wî, cudabûna Tirk-Kurdan çareser bike.

Sira (raz) vê yekê jî ew e ku jinan bidin hev.”

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu ev mijar ji Amidahaberê re nirxan û bersiv da Devlet Bahçelî:

Galîp Ensarîoglu da zanîn ku jixwe Kurd û Tirk bi hev re dizewicin û got:

“Pirsa Kurd pirsgirêka demokrasî û wekheviyê ye.

Divê ev pirsgirêk li gorî hîmên wekheviyê were nirxandin.

Pirsgirêk; pirsgirêka wekhevî, qadên hevpar û demokrasiyê ye.”

“Nîqaşên li ser van vegotinan me gelekî aciz dikin”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî got, “Nîqaşên li ser van vegotinan me gelekî aciz dikin” û anî zimên:

“Pirsa Kurd bi zimanê mêrparêz nayê çareserkirin.

Pêwendiya çareseriya pirsa Kurd bi mafên Kurdan ên ku bi salan e nayên dayîn ên wekî perwerde û xwedîdevbûna di rêvberiyê de heye.

Ev mesele, meseleya zimên e. Nabe ku di çarçoveyeke berteng de were nirxandin.

Nîqaşên li ser vê meseleyê yên bi van vegotinan me gelekî aciz dikin.”

Li hêla din, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik bi rêya hesabê xwe yê Xê bersiv dabû Bahçelî û gotibû:

“Yekane sira vî karî, ‘Naskirina nasnameya Sirri ye.’”

 

Rudaw

Top