• Friday, 17 May 2024
logo

Melayê ji Rihayê yê ku li Qudsê hat kuştin kî ye?

Melayê ji Rihayê yê ku li Qudsê hat kuştin kî ye?

Hasan Saklananê ku li Qudsê bi kêrê êrişî polîsê Îsraîlê kir û di encamê de hat kuştin Ereb e û li Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Hasan Saklananê ji Rihayê 30ê Nîsanê li Qudsê bi kêrê êrişî polîsekî Îsraîlê kir û di encamê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Di êrişê de polîsekî Îsraîlê ji serê xwe birîndar bû.

Polîsê Îsraîlê derbarê bûyerê got:

“Li herêma bajarê kevn a li Deriyê es-Sehire (Herod) derdora demjimêr 12:30î kesekî hewl da bi kêrê êrişî polîs bike.

Polîsan gule berdan û ew kes bêbandor kir. Li ser êrişkar kêrek hebû. Êrîşkar welatiyekî Tirk bû.”

Her çiqasî Îsraîlê Hasan Saklanan weke welatiyekî Tirk ragihandibe jî piştî bûyerê gelek kesan nasnameya Hasan Saklanan meraq kir.

Li gorî agahiyên ku bi destê Rûdawê ketine, Hasan Saklanan 1ê Kanûna Paşîna 1990î li Rihayê hatiye dinê.

Piştî ku li Rihayê Lîseya Îmam Xetîbê xwendiye wekî melayê mizgeftê hatiye tayînkirin.

Saklanan zewicî ye û 2 kur û 2 keç, bi tevahî 4 zarokên wî hene.

Ji sala 2021ê ve li Rihayê melayê mizgefta gundê Çeteloxê bû.

Gundê Çeteloxê di navbera navenda Rihayê û navçeya Wêranşarê de ye.

Şêniyên gund Kurd in û 80 kîlometreyî dûrî navenda Rihayê ye.

Hasan Saklanan li gel komeke geştyariyê ya Diyaneta Tirkiyeyê çûye Urdinê û roja 29ê Nîsanê bi koma geştyariyê re ji Urdinê derbasî Îsraîlê bûye.

 

Rudaw

Top