• Friday, 17 May 2024
logo

Piştîwan Sadiq: Dîrokê îspat kiriye ku PDK çawa kariye mafên destûrî, yasayî û demokratîk ên gelê Herêma Kurdistanê biparêze

Piştîwan Sadiq: Dîrokê îspat kiriye ku PDK çawa kariye mafên destûrî, yasayî û demokratîk ên gelê Herêma Kurdistanê biparêze

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq dibêje, divê lêkolîn bi wan aliyê siyasî yên ku di heyama 2 sal û nîvên borî de rê li ber hilbijartinan girtiye, were kirin. Herwiha tekez kir: “PDK her tim yekem bû û dê yekem jî bimîne.”

Piştîwan Sadiq îro 1ê Gulanê di gotarekê de ragihand: “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) damezrîner, hilgirê ala demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û xwediyê doza Kurdistanê ye.”

Herwiha got: “PDK her dem yekem bûye û dê yekem jî bimîne, ji ber ku baweriya wê bi gelê Herêma Kurdistanê heye û gel jî bi PDK’ê bawer e.  Amaje bi wê yekê jî kir: “PDK li çiya û bajaran jî baweriya wê hilbijartin û demokrasiyê heye.”

Endamê Polîtburoya PDKê di wê baweriyê de ye ku pêwîst e lêkolîn bi wan partî û aliyan were kirin ku di heyama 2 sal û nîvan de rê li ber hilbijartinan girtine.

Sadiq got: “Ew alî (YNK) hewl da bi awayekî nedestûrî bi rêya Dadgeha Federalî dîzaynekê ji bo guhertina encamên hilbijartinên Herêma Kurdistanê çêbike. PDK û her hêzeke din a demokratîk, ne amade ne vê yekê qebûl bikin, qebûn nakin biryarên nedestûrî li ser gelê Herêma Kurdistanê bê ferzkirin.”

Piştîwan Sadiq diyar kir: “Hilbijartinên Parlemantoya Iraqê yên sala 2020-2021’ê ku bi çavdêriya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê û li gorî rêxistinên navneteweyî hatin kirin, di dîroka welat de hilbijartina herî paqij bû; PDKê ê de bi tena serê xwe 33 kursî bi dest xist û hemû partiyên din ên kurdî jî 30 kursî bi dest xistin.”

Her wiha got: “Dîrok îsbat kiriye ku PDK çawa kariye mafên destûrî, yasayî û demokratîk ên gelê Herêma Kurdistanê biparêze.”

 

Basnews

Top